Tirkiye daxwaza Amerîkayê bicîh anî
Civîna dadgehê danê sibê destpê kir û heta nîvroyê dom kir, piştî nîvroyê jî dadgeha Tirkiyeyê biryara ra kirina qedexeya jimal derketin û çûne derveya Tirkiyeyê yaku li ser vî Qeşeyê danîbû, ra kir û bi vê awayî ew Qeşe hate azadkirin.
Weke tê zanîn ew qeşe (Andrew Craig Brunson) ji aliyê dadgeh û hikûmeta Tirkiyeyê ve bi hevkarî kirina PKK, YPG û cemaeta Gulen hatibû tawanbarkirin û Amerîka jî jiber vê yekê hin dorpêçên biçûk li ser çend rayedarên Tirkiyeyê danîbû û jiber vê yekê rewşa abûriya Tirkiyeyê gelek têk çû bû.
