Serok Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Fetih hevdîtinek pêkanîn
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di hevdîtinê de şanda Hevpeymaniya Fetih ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li dîrokê û niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê de tekez li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin.
Her wiha Hevpeymaniya Fetih ew jî dûpat kir ku vekirina rûpeleke nû ya peywendiyên di navbera her dû aliyan û çareserkirina kêşe û giriftan li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê da dibe.
Hat diyarkirin ku di beşeke din a civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û dûpat kir ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewa ye û ragihand ku vekirina rûpeleke nû û çareserkirina kêşeyan pêwîste li ser bingeha tewafuq û berçavgirtina şeraketê bê û ew jî bi navê dûbarenebûna girift û kêşeyên berê be.
Basnews
