Li Duhokê xortekî hevjîna xwe û welatiyek kuştin
Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku di demjimêr 19:30ê de xortekî li navenda Duhokê welatiyekî temen 32 salî kuşt û piştre heman xort çûye Amêdiyê û li wir jî hevjîna xwe kuştiye.
Hêmin Silêman herwiha eşkere kir, ku wî xortî xwe radestî hêzên polîs kiriye û li ser bûyerê doz hatiye vekirin.
Xort niştecihê bajarê Duhokê bûye, lê hevjîna xwe biriye Amêdiyê û li wir kuştiye.
Rudaw
