Serdana Çavuşoglu bo Hewlêrê hate hilweşandin
Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman jî derbarê serdana Mevlut Çavuşoglu de ragihand, serdana wî hatiye hilweşandin, lê belê heta niha sedema hilweşîna vê serdana Çavuşoglu nehatiye aşkerekirin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku Çavuşoglu di rojên 11 û 12ê Cotmeha 2018 de, wate îro û sibe, serdana Bexda û Hewlêrê dike.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin, ku Çavuşoglu li Bexdayê li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih, berpirsên siyasî yên Iraqê û nûnerên Tirkmenan dicive.
Li gorî heman daxuyaniyê, biryar bû ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî Bexdayê serdana Hewlêrê bike û li gel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha dabû xuyakirin, ku di vê serdana xwe de, Mevlut Çavuşoglu dê bi rayedarên Iraqê re derbarê “pêwnediyên dualî û pêşxistina wan di hemû waran de, proseya ji nû ve avedankirina Iraqê û hevkariya hevbeş” a navbera herdu welatan de gotûbêj bike.
Rudaw
