Li Kerkûkê teqîn çê bû: Kuştî û birîndar hene
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand, teqîn li navenda bajarê Kerkûkê û li ser rêya Bexdayê çê bûye.
Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, teqîn bi rêya bombeke pêvekirî bûye, ku bombe bi otomobîleke taksiyê ve hatiye zeliqandin û di encama bûyerê de kesekî canê xwe ji dest daye.
Herwiha di encama teqînê de 3 kes jî birîndar bûne.
Hêj aliyên fermî yên rêveberiya Kerkûkê û hikûmeta Iraqê derbarê bûyerê de agahî nedane.
Rudaw
