payeyên ku PDK di hikûmeta nû ya Iraqê de werbigre aşkera dibin!
Seroka frakiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand, PDK dixwaze bihêz beşdariyê li kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de bike û li gor mafê xwe wezaretekî ku mafê kurdane û wezareteke din dê wergire.
Herwaha aşkera kir ku heta naha guftûgo li gel Adil Ebdulmehdî berdewam e û got: ‘’Payeyek din a ku PDK wek mafê xwe dibîne jî cîgirê serokwezîrê Iraqê ye.’’
Viyan Sebrî got, li gor kursî pêwîste ji PDKê re du serok lijneyên ku wek mafê kurdane û du cîgirê serokê lijne û du biryarderê lijneyên parlamentoyê dê jê re bê dayîn û ragehand: ‘’Îro yek ji wan xalên ku parlamentoyê guftûgo li ser bike jî, pirsa diyar kirina endamên lijneyên daîmî yên parlamentoyê ye.’’
Di helbijartina 12.05.2018ê de PDKê bidest xistina 25 kursiyan ve wek yekem aliyê siyasî yê Iraqê (wek partî) dengên herî zêde bidest xist.
Basnews
