Rûsya: Amerîka û Kurd hewl didin nîvdewletekê li rojhilatê Firatê damezirînin
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, rewşa rojhilatê Firatê bûye sedema nîgeraniyê, ku roj bi roj zêdetir dibe û got, “Tişta ku rast jî ew e, ku Amerîka bi piştgirêdana li gel hevpaymaniya Kurdan herêmê kontrol dike.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê amaje bi wê yekê kir, ew hewlên Amerîka û Kurd no “avakirina rêveberiyeke taybet” li destûra niha ya Sûriyê nayê û encamên wê jî dê erênî nebin.
Zaxarova got, “Ew hewlên bo avakirina nîvdewletekê hemwelatiyên Ereb, Asûrî û Tirkmen ên li herêmê nîgeran dike.”
Amerîka bi hinek awayî alîkarî piştevaniya HSDê dike, ku herêmeke berfireh li Rojavayê Kurdistanê û hinek navçeyên bakurê Sûriyê di bin kontrola wan de ne.
Rudaw
