• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ûJan Kubis behsa rewşa Îraqê kirin

Gulan Media October 10, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî ûJan Kubis behsa rewşa Îraqê kirin
behsa prosesa ava kirina hikûmeta Îraqê kirin
Duh Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY yê bo karûbarê Îraqê Jan Kubis kir.

Di civînê de Mesrûr Barzanî û Jan Kubis behsa hewldanên heyî yên aliyên siyasî yên Îraqê ên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî behsa girîngiya hevbeşiya rastîn yaku îradeya siyasî dide her du hikûmetên Îraq û Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyên heyî kir.

Derbarê hilbijartinên 30 Îlonê ya bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de jî Mesrûr barzanî û Jan Kubis li ser girîngiya lêkolînên komîsyona hilbijartin û rapirsî Kurdistan a li ser dozan û ragihandina encamên fermî di demeke nêz de hemfikir bûn.

Di beşeke din ya civîna han de rewşa siyasiya Îraqê û deverê, beşdariya tevahiya pêkhateyan û cîhbicîh kirina destûra bingehîn ya Îraqê hatin nîqaşkirin.
Top