• Monday, 16 February 2026
logo

Wefîq Samerayî daxwaz dike wezareta çavkaniyên avê ya Iraqê ji PDKê re neyê dayîn!

Gulan Media October 9, 2018 Nûçe
Wefîq Samerayî daxwaz dike wezareta çavkaniyên avê ya Iraqê ji PDKê re neyê dayîn!
Şêwirmendê serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî daxwaz dike, wezareta çavkaniyên Iraqê ji PDKê re neyên dayîn û vê hewldana xwe jî wek beşek ji rêgirtina parçe kirina Iraqê pênase dike.

Îro 09.10.2018ê yek ji dijminên giran ê serxwebûna Kurdistanê û mafên gelê kurd û şêwirmendê serokkomarê berê Celal Talabanî Wefîq Samerayî di tora xwe ya civakî facebookê de, daxwazên xwe nivîsandin û daxwazên xwe jî bi bahaneya rêgirtina li projeyên dabeş kirina Iraqê pênase kir.

Herwaha got, wezareta çavkaniyên avê beşeke giringe li rêgezên stratejik a asayîşê û daxwaz kir bo rêgirtina çolbûna bi qesdî ya ji ber projeyên cuda cuda û herwaha ji ber gendeliyên îdarî, pêwîste payeya wezareta çavkaniyên avê ji kesekî xelkê bajarê Besrayê re bê dayîn. Yan jî kesê ku ji Mîsan û Nasiriyê re bê dayîn. Li gor gotinên Samerayî ew navçeyane ziyanê herî mezin ji ber kêmbûna avê dîtine.

Wefîq Samerayî ku dostê gruba xiyaneta 16ê cotmehê ye û berdewam wek tîma pehlewanên Talabanî wan pênase dike û dibêje: ‘’Gelek metirsîdare ku wezîrekî PDKê wî erkî bigre. Ji ber dê bikeve bin bandora wan kesên ku nehiştin kar li ser bendavên Bêxme û Mekhûl destpê bike.’’

Wefîq Samerayî behsa her du bendavên Bêxme û Mekhûl û girêdana wan a bi projeyên dabeş kirina Iraqê bibîrtîne, ku rejîma Iraqê ew her du bendav bi armanca jinavbirina tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û cuda kirina çend navçeyekî Kurdistanê ji hevdu ew proje danîbûn.

Basnews
Top