Pavel Talabanî xewnekî Hêro Îbrahîm Ehmed xist gorê!
Dema ku Celal Talabanî serokkomarê Iraqê, gelek nivîskar û lêkolînvanên ser bi baskê bi bandor ê YNKê dixwastin bingehekê ava bikin û bangeşeya wê yekê dikirin ku Hêro Îbrahîm Ehmed ku wê demê xanim ango jina yekema a Iraqê bû, wek Benazîr Botto ya Pakistanê û İndra Gandî li Hindîstanê ew jî dikare bibe kesa yekem a Iraqê. Ji ber vê jî Hêro Îbrahîm Ehmed berdewam hewl dida ku di asta Iraqê de bê kêmasî be ji bo di pêşerojê de xewna xwe ya geheştina serokkomariya Iraqê zerer nebîne.
Di destpêka vê heyvê de Pavel Talabanî bi yekcarî xewna dayîka xwe xist gorê û piştevaniya Berhem Salih kir ku bibe serokkomarê Iraqê.
Vê derbarê de malpera Tabnak a ser bi Îranê aşkera kir, herçend Hêro Îbrahîm Ehmed dijatiyeke mezin li hember namzedbûna Berhem Salih nîşan jî daye, lê Pavel Talabanî rijd bûye ku Berhem Salih bibe serokkomar.
Basnews
