PDK: Em dê hikûmeta piranî pêk neynin
Piştî ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê encamên destpêkê yên %85ê dengên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê belav kir, pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û senaryoyên ciyawaz, bûne pirsyara xelkê û beşek aliyên siyasî yên ku di hilbijartinan de bi ser ketine.
Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî red dike ku aliyekî diyarkirî armanc girtibe daku bixin derveyî qadê û dibêje: “Deriyê me vekiriye ji bo gotûbêjeke berpirsyarane li gel hemû lîsteyên serkeftî, em li gel hemû aliyan gotûbêj dikin, xeta me ya sor li hember ti aliyekî tine ye. Ji bo me baş e ku em hemû çarçoveyeke stratejîk deynin ku çawa di van çar salên bê de, bingeha Kurdistaneke bihêz deynin.”
Hêmin Hewramî herwiha got: “Her aliyekî siyasî li gor îstihqaqa xwe amade be li gel PDKê, mil bide wê berpirsyariya hevbeş, eger ew gavek ber bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) werin, PDK dê du gav ber bi wan aliyan ve biçe, lewma em dê bi berpirsyarî gotûbêj bikin.”
Posta Serokomariya Iraqê li Bexdayê, nakokiyeke tund di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de çêkir. Ew herdu hevbeşên siyasî ji sala 2005an ve du aliyên sereke û bingeha pêkanîna kabîneya hikûmetê bûn. Her çiqas wisa xuya ye ku PDK li gel kursiyên kota û yek ji partiyên biçûk, dikare hikûmeta piranî pêk bîne jî, lê careke din bi beşdariya aliyên din hikûmetê pêk tîne.
Endamekî Serkirdetiya PDKê li ser vê mijarê zanyarî dide û dibêje: “Eger bûyera serokomariyê nebûya, PDK guh nedida hejmara kursiyan û weke hevbeşeke rastîn û sereke YNK dianî nav hikûmetê, lê belê ev ji rêzê derketiye û şikandina yekrêziya navxweyî bûye, niha jî PDK bêyî YNK naçe nav hikûmetê, lê belê hevbeşa sereke ya weke salên 50 bi 50 nabe.”
Endamê Serkirdetiya PDKê gilî û gazin dike û dibêje: “Salên ku bi hev re hikûmet hatibûn avakirin, aliyên ku bi hejmara kêm a kursiyên xwe, weke me xwediyê hikûmetê bûn, li derve jî opozîsyon bûn, her dem rexne li hikûmetê digirtin.” Mercên PDKê ji aliyên din re eşkere dike û dibêje: “Yek mercên PDKê dê ew be ku yan bi rastî di nav hikûmetê de bin, yan jî bibin opozîsyon.”
Li gor zanyariyên Rûdawê yekalîkirina encamên %100ê dengan vedigere wan 50 binkeyên dengdanê ku qurdeleyên sor li ser wan hatine xistin û di navbera endamên Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê de li ser şêwaza yekalîkirina wan nakokî heye.
Endamê Serkirdetiya YNKê Saman Germiyanî dibêje ku peywendiya navbera PDK û YNKê têk çûye heta ku gotûbêjên asayîkirinê werin kirin. Çimku em ji hilbijartinekê derketine ku giliyên me li ser wê heye û divê PDK jî giliyên me gelek asayî bibîne, "em û PDK du îdareyî red dikin û ew naqewime, peywendiyên me bi PDKê re weke xwe maye".
Saman Germiyanî her çiqas ezmûna xirab a hikûmeta binkeberfireh li ber çavan digre jî, dibêje: “Li gor me, dê baş bibe ku hemû partî beşdarî hikûmetê bibin.”
Ev kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kabîneyeke binkeberfireh bû, lê belê Tevgera Goran û Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî, di nîvê rê de ji kabîneyê veqetiyan.
Encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ji bo Tevgera Goran cihê matmayînê bû, bi taybetî ku asta dengdan li gor hilbijartinên berê zêdetirî 300 hezar deng kêm bûye û rêjeya kursiyan jî %50 daketiye. Li gor zanyariyên Rûdawê, piştî hilbijartinan di navbera berpirsên PDK û Goranê de peywendiya telefonî pêk hatiye û PDK diyar kiriye ku bêyî wan hikûmetê pêk naynin.
Endamekî Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê peywendiyên van demên dawî yên navbera PDK û Goranê red nekiriye û weke dûr dibîne ku hikûmeta piranî were pêkanîn: “Her pênc alî dê biçin nav hikûmetê, lê belê vê carê egera bihêz ew e ku du cîgirên serokwezîr hebin û yek cîgir dê ji Tevgera Goranê be.” Herwiha diyar kir: “Hêj dengên nerazî gelek in di nav Tevgera Goranê de, daku beşdarî hikûmet nebin û bi vê beşdariyê, Tevgera Goranê dê dengên xwe kêm bike. Lê belê hemû alî dixwazin beşdarî kabîneya nû bibin.”
Rudaw
