Navenda Amara Kurdistanê: Hikûmeta Iraqê nifûsa Kurdistanê xelet hesibandiye
Çend roj berê navenda amara Iraqê ragihandibû, nifûsa Iraqê 38 milyon û 124 hezar û 172 kes e. Li gorî wê amarê, nifûsa Kurdistanê jî %15 ya Iraqê hatibû hesibandin.
Li ser vê mijarê, serokê navenda amara Kurdistanê Sîrwan Mihemed ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ew amar xelet e ji ber ku ti serjimêriyek nehatiye kirin da ku hejmara welatiyan were ragihandin. Hikûmeta Iraqê ew amar û agahî bi texmînan hesibandiye, ev jî ne zanistî ye.
Sîrwan Mihemed her wiha gotiye, nifûsa Kurdistanê gelekî ji %15 amara Iraqê zêdetir e. li gorî texmîna ku me îsal kiriye, hejmara akinciyên Kurdistanê nêzîkî 5 milyon û 900 hezar kes e.
Serokê navenda amara Kurdistanê daye xuyakirin ku ew amara hikûmeta Iraqê bandorekê li ser pişka %17 ya Kurdistanê nake ku di qanûna bûdceya Iraqê de hatiye pesendkirin. Ji ber ku ew bi rêkeftineka siyasî hatiye hesibandin.
Basnews
