• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan HDP tehdîd kir: Emê li dewsa wan qeyûman daynin!

Gulan Media October 8, 2018 Nûçe
Erdogan HDP tehdîd kir: Emê li dewsa wan qeyûman daynin!
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gef li Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) xwar û ragihand, eger ew kesên ku “tevlî terorê bûne” bikin kandîd, dê yekser bidin aliyekî û qeyûm daynin dewsa wan!

Hîn 6 meh ji hilbijartinên encumenên bajar û gundan yên Tirkiyê re maye, serokê Tirkiyê ji niha de HDPê tehdîd dike.

Erdogan duh di mîtîngeka partiya xwe de li Enqerê, behsa hilbijartinên encumenên bajar û gundan kir. Erdogan gotin anî ser kandîdên HDPê û got, eger ew kesên ku tevlî terorê bûne bikin kandîd, dê yekser li dewsa wan qeyûm bên danîn!

Piştî kûdetaya havîna sala 2016, bi behaneya alîgirtî û endamtiya PKKê, 94 şaredarên bajarên Bakûrê Kurdistanê hatin dûrxistin û li dewsa wan qeyûm hatin danîn. Niha di destê kurdan de tenê 8 şaredarî mane.

Basnews
Top