• Monday, 16 February 2026
logo

“Cemal Kaşikçî li Stenbolê hatiye kuştin”

Gulan Media October 7, 2018 Nûçe
“Cemal Kaşikçî li Stenbolê hatiye kuştin”
Li Tirkiyê 5 roj in ti agahî li ser ji rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçî nîn e, dengoyê ku Kaşikçi di Konsolxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê hatibe kuştin belav dibe.

Jêderekî ji polîsa Tirkiyê ji ajansa “Reurtes” re ragihand, zanyariyên destpêkê wiha derdixin, ku Cemal Kaşikçi li nava Konsolxaneya Siûdiyê de hatibe kuştin û piştre bo derveyî konsolxaneyê hatibe veguhastin.

Rojnamevan Cemal Kaşikçi nivîskarê Waşîngton Postê ye û gelek caran rexne li Hikûmeta Arabîstana Siûdî digire. Beriya 5 rojan ji ber karên xwe yên fermî serdana Konsolxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê kiribû û piştre ti agahî ji wî nehatibû standin.

Ji aliyê xwe ve, Siûdiyê kuştina wî rojnamevanî red dike û dibêje, ew nûçe bê bingeh in û wê çend lêkolîner şandine Tirkiyê, ta sedema diyarnebûna wî bizanin.

Polîsa Tirkiyê aşkere kir, di heman roja Cemal Kaşikçî serdana Konsolxaneya Siûdiyê li Stenbol kiriye, 15 welatiyên Siûdî ku bi 2 firokeyan hatibûn Stenbolê wan jî serdana konsolxaneyê kiribûn û piştre rasterast vegeriyan Siûdiyê.

Cemal Kaşikçî sernivîserê rojnameya “al-watan” a Siûdiyê bû û şêwirmendê Balyozê Siûdiyê li Amerîka bû, lê piştî Mihemed Bin Selman bû Cihnişînê Siûdiyê, ew ji Siûdiyê derket.

Kaşikçî zêdetirî ji salekê li Amerîka mabû û demê gelek gotar di rojnameya “Washington Post” de nivîsî û rexne li siyasetên Siûdiyê yên derbarê Qeter, Kanada, şerê li Yemenê û astengkirina karên rojnamevan û çalakvanan de girt.

K24
Top