• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî û şandeke Sunnî dawîn pêşhatên Iraqê gotûbêj dikin

Gulan Media October 7, 2018 Nûçe
Serok Barzanî û şandeke Sunnî dawîn pêşhatên Iraqê gotûbêj dikin
Li gorî malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî li gel şandeke Hevpeymaniya (El-Mihwer El-Wetenî) bi serokatiya Xemîs Xencer civiya, ku ew şand, ji hersê serkirdeyên Hvepeymaniya navhatî Cemal Kerbûlî û Ehmed Cibûrî û Yehya Kubeysî pêk hatibû.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û ya navçeyê hat gotûbêjkirin û herdu aliyan nerînên xwe derbarê dawîn pêşhatên piroseya siyasî ya Iraqê dan xuyakirin.

Basnews
Top