• Monday, 16 February 2026
logo

Jina Kurd a xwediya xelata Nobelê Nadiya Mûrad daxuyaniyek belav kir

Gulan Media October 6, 2018 Nûçe
Jina Kurd a xwediya xelata Nobelê Nadiya Mûrad daxuyaniyek belav kir
Jina Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad di derbrê wergirtina xelatê Nobel a Aşitiyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Min serfiraziyek mezin pê heye. Ez vî xelatê bi hemû Êzdî, Kurd, Iraqî, hemû pêkhate û hemû mexdûrên destdirêjiyê li seranserê cîhanê re parve dikim.”

Nadiya Mûrad di wê daxuyaniyê de wiha got, “Ez ji bo vê fersendê ku derfet da dengê xelkê Êzdî bigihinim civaka navdewletî minetdar im. Gelek Êzdiyan dema li vê xelatê nêrî dê bîra endamên malbatên xwe yên dîlgirtî an jî windabûyî bên bîra wan. Dema ez lê dinêrim, bîra dayika min a ku ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin tê bîra min.” Pêwîst e dawî li êrişên ser pêkhateyan bê. Destdirêjiya li ser jinan pêwîst e, pêwîst e lêborîna wê nebe.”

Nadiya Mûrad bang kir ew civakên ku rastî jenosîdê hatine jinave bên sazkirin û got, “Pêwîst e ji bo hesabpirsîna berpirsên jenosîdan em bi hev re kar bikin. Yên li ser jiyanê edaletê û vegera ewle bo malên xwe heq dikin.”

Nadiya Mûrad ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û piştî 12 mehan ji destê wê rêxistina terorîst hatibû xilaskirin.

Basnews
Top