Skala dijî parlementerên HDP û CHP
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê li dijî 12 Parlementerên HDPyê bi tohmeta ko bangeşeya PKKyê kirin e skala amade kir. Herwiha li dijî 3 Parlementerên CHPyê jî, bi tometa bêrûmetkirina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoganî skala amade kir û şand parlementoya Tirkiyê.
Serdozgeriya Enqereyê bi armanca dadgehkirina parlementeran, daxwaza rakirina parêzbendiyên wan dike.
K24
