• Monday, 16 February 2026
logo

PDK: Beşdariyeke bihêz di hikûmeta nû ya Iraqê de dikin

Gulan Media October 6, 2018 Nûçe
PDK: Beşdariyeke bihêz di hikûmeta nû ya Iraqê de dikin
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dûpat dike ku dê beşdariyeke bihêz di hikûmeta nû ya Iraqê de bike ku pêkanîna kabîneyê bo Adil Ebdulmehdî hatiye raspartin.
Endamê Şanda Danûstandinkar aPDK li Bexda Mesûd Heyder diyar kir ku ew piştevaniya Adil Ebdûlmehdî dikin û ew ê bi awayekî bihêz beşdariyê di hikûmeta nû de bikin.
Mesûd Heyder destnîşan kir ku PDK bihêztirîn û mezintirîn hizba Herêma Kurdistanê ye û beşdariya wê di hikûmeta nû ya Iraqê de jî dê bihêz be.
Hêjayî gotinê ye ku Serok Mesûd Barzanî di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Adil Ebdulmehdî ku dê kabîneya nû pêk bîne kiribû û ew weke hevrê gelê Kurd wesf kiribû. Serok Barzanî ragihandibû ew piştrast e ku Adil Ebdulmehdî dê berjewendiyên gelê Kurdistanê û Iraqê biparêze.

Berî çend rojan peywîra pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bo Adil Ebdulmehdî hatibû raspartin.


Top