Rûsya bi hêvî ye Kurd û Şam bigihin rêkeftînê
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Vêrşînîn ragihand, Hikumeta Suriyê û Kurd di pêwendiyê de ne, û Moskow bi hêviye ku, her du alî bigihin lihevhatinekê.
Herweha got jî, deverên ku Kurd li suriyê lê dijin, beşek ji Suriyê ne û pêwist e Kurdên Suriyê bi azadî bijîn.
Di 26ê meha Tîrmehê de, şandek Rêveberiya Xweser bi fermî serdana Şamê kiribû û digel berpirsên hikumeta Suriyê civiyabû.
K24
