• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Xirabiya rewşa Kerkûkê ji yên ku xiyaneta 16 Cotmehê kirin, bipirsin!

Gulan Media October 5, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Xirabiya rewşa Kerkûkê ji yên ku xiyaneta 16 Cotmehê kirin, bipirsin!
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew ji rewşa Kerkûkê nîgeran in lê divê xirabiya rewşa Kerkûkê ji yên ku xiyaneta 16 Cotmehê kirin, were pirsîn!

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîneke rojnamevaniyê de li ser rewşa Kerkûkê axivî û got, em ji rewşa Kerkûkê nîgeran in ji ber ku rewşa ewlehiyê wir gelekî xirab e. Me dixwast bi awayekî din be. Helbet divê xirabiya rewşa Kerkûkê ji yên ku (xiyaneta) 16 Cotmehê kirin, were pirsîn!

Li ser mekanîzma hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê jî Nêçîrvan Barzanî got, ew mekanîzma ku serokomar pê hat hilbijartin, ne bi sûda gelê Kurdistanê ye ji ber wê jî PDK ji wê yekê nîgeran e. Lazim bû YNK û Berhem Salih vê yekê qebûl nekin. Ji ber ew li derveyî îradeya gelê Kurdistanê bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku girîng nîne kê bibe serokomarê Iraqê û got, ya girîng mekanîzma hilbijartina serokomar bû. Jixwe Dr. Berhem tenê bo posta serokomariya Iraqê vegeriyaye nav YNKê. Berhem Salih ne bo YNKê wefadar ma ne jî bo partiya xwe (Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê). Em hêvîdar in wefaya wî bo Kurdistanê hebe.

Top