• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir

Gulan Media October 4, 2018 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir
Duh li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes kir.

Di hevdîtinê John Wikles jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê û herwiha serkeftina lîsteya partiya demokrata Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku bandoreke baş ya serkeftina PDKê li ser pêşde birina Kurdistanê hebe û bibe sedema bihêztir kirina bingehên demokrasiyê li Kurdistanê de.

Di beşeke din ya vê civîna han de Serok Barzanî û Wilkes behsa pêşhatên dawî yên li Îraqê, hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û rola aliyên Kurdistanî di prosesa siyasî ya Îraqê de kirin.

Peywendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê ya vê civînê bû û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina wan peywendiyan li warê aborî û kargêrî û rûbirûbûna gendelî û dijayetîkirina terorê kir.

Top