• Monday, 16 February 2026
logo

Kerkûk…Bi hezaran milîsên çekdar bi malbatên xwe ve niştecîh bûne!

Gulan Media October 3, 2018 Nûçe
Kerkûk…Bi hezaran milîsên çekdar bi malbatên xwe ve niştecîh bûne!
Berpirsê Tevgera Mafê Kurd li Kerkûkê ragehand, bi hezaran çekdarên hêzên cuda cuda yên Iraqê li Kerkûkê bi malbatên xwe ve niştecih bûne.

Berpirsê Mafê Kurd li Kerkûkê Edhem Cuma ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî 16ê cotmeha sala borî proseya ereb kirina Kerkûkê destpê kir, êdî ji saziyên hikûmetê bigre heta hatina erebên li navçeyên xwarê û naverasta Iraqê bo bajar pir zêde bû. bi taybet jî erebên başûrê Iraqê hatina wan a Kerkûkê pir zêde berdewam dike.’’

Herwaha got: ‘’Bi hezaran donimên erd ên cotkarên kurdan li derdora Kerkûkê heye û ereban dest danîne ser. Ew tişta hemû jî hene û beşek ji wan erebên ku erdên kurdan dagir kirine çekdarên Heşdî Eşayîrî ne û bihêz dest danîne ser erd û zeviyên çandinê ji xelkê distînin. Herwaha dinava saziyên ewlehiya Iraqê yên li Kerkûkê piraniya çekdarên wan ne xelkê Kerkûkê ne. Ji ber wê ew serbazana naha malbatên xwe jî tînin bo Kerkûkê û li bajar niştecîh bûne. Bi hezaran çekdarên hêzên cuda cuda yên Iraqê naha li Kerkûkê bi malbatên xwe ve niştecîh bûne.’’

Basnews
Top