Ji Trump bo Qral Selman: Piştevaniya Amerîkayê nebe tu nikarî li ser postê xwe bimînî
Serokê Amerîkayê Donald diyar kir ku wî Qralê Erebîstana Siûdî Selman Bîn Ebdulezîz hişyar kiriye û jê re gotiye, “Piştevaniya serbazî ya Amerîkayê nebe tu nikarî 2 heftiyan li ser desthilatê bimînî û ji ber wê yekê divê berdela vê yekê bidî”.
Donald Trump li bangeşeya partiya ya li Mississipiyê axaftinek pêşkêş kir û got, “Ez ji Qral Selman hez dikim, lêbelê min ji wî re got, ‘Em te diparêzin. Eger em nebin tu nikarî du heftiyan jî li ser postê xwe bimînî. Divê tu xercên artêşa xwe bidî û tu mecbûrî bidî jî.”
Basnews
