• Monday, 16 February 2026
logo

Mihemed Kemal: Civîna Kerkûkê derqanûniye

Gulan Media October 3, 2018 Nûçe
Mihemed Kemal: Civîna Kerkûkê derqanûniye
YNK dixwaze li dijî PDKê li gel Ereb û Tirkmanan civînê lidar bixe
Piştî ku duh NYK ragihand ku bi hevkarî û hemahengî li gel Ereb û Tirkimanan vê li Kerkûkê civîna civata parêzgeha Kerkûkê lidar bixin, Cîgirê Serokê civata parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re ragihand ku ev civîna han ti rewatiyeke xwe ya qanûnî tuneye.

Mihemed Kemal herwiha eşkere kir ku piştî YNKê di hilbijartinên Kurdistanê û li Bexdayê de nikarî serkeftin bidest bixe, dixwaze bi organîzekirina vê civîna han ya li gel neyarên Kurd, şikestên xwe veşêre û ev civîna ku ew behsa organîze kirina vê dikin ti rewatiyeke xwe ya qanûnî tuneye û em vê yekê qebûl nakin.

Top