YE hevkariya xwe ya bo Tirkiyeyê betal kir
Biryar bû 70 milyon euro weke alîkarî bide Tirkiyeyê.
Di civîna î Parlementoya Ewrûpayê de giftûgo li ser hevkarî kirin anjî hevkarî nekirina Tirkiyeyê hate kirin û parlemento xwest ji ber binpêkirinên mafên mirovan Tirkiyeyê were ceza kirin.
Di civînê de ev pêşniyar hate pejrandin û ev 70 milyon euro ku biryar bû YE weke hevkarî pêşkêşî Tirkiyeyê bike, betal kir.
Di civîna parlementoyê de li ser vê mijarê dengdan hate kirin û di dengdanê de 544 dengên erê, 28 dengên na derketin. 78 parlementeran jî deng nedan.
K24
