• Monday, 16 February 2026
logo

Berhem Salih bû serokomarê Iraqê

Gulan Media October 2, 2018 Nûçe
Berhem Salih bû serokomarê Iraqê
Civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomarê nû yê wî welatî bi dawi hat.

Civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomariyê bi amadebûna 302 perlemantar bo hilbijartina serokomarî nû yê wî welatî dest pê kir.

Rikeberiya herî bihêz bo wergirtina posta serokomariya Iraqê di navbera berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fuad Husên û berbijêrê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih de bû.

Di xula duyem a dengdana hilbijartinê serokomarê Iraqê berbijêrê YNKê Berhem Salih 165 deng û berbijêrê PDKê Fuad Husên 89 deng bidest xistine. Bi vî awayî hilbijartina serokomar bi dawi bû û Berhem Salih weke serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

Waar.tv
Top