Naveroka hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî aşkera bû!
Îro 02.10.2018ê cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel siyasetmedarê Iraqî û namzedê serokwezîrtiya Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.
Li gor daxuyaniya ofîsa cîgirê serokê PDKê; Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî guftûgoya rewşa siyasî ya Iraqê û hewldanên dawiyê yên helbijartina serokkomar û serokê nû yê hikûmetê kirine.
Li gor ofîsa Barzanî; di dema serdana xwe ya Bexdayê de îro cîgirê serokê PDKê birêz Nêçîrvan Barzanî û şandeya li gel, li Bexdayê li gel siyasetmedar û yek ji namzedên herî diyar ê serokwezîriya Iraqê Dr. Adil Ebdulmehdî re civiyan.
Herwaha di civînê de her du aliyan behsa giringiya proseya siyasî bi awayek bi tendurist rêveçûna wê kirine, ku li gor daxwaza hemû pêkhateyên Iraqê be.
Şeva borî 01.10.2018ê parlamentoya Iraqê rûniştinek bo zelal kirina serokkomarê Iraqê pêkanî, lê rûniştin negeheşt encamê û bo îro hate paşxistin.
Basnews
