Xesro Goran: Heta niha me %45ê dengan bi dest xistiye
Xesro Goran diyar, kir ku ew kêfxweş in û ev yek ji bo PDKê serkevtineke mezin e û herwiha ew hêvî dikin, ku ev rêje berbi jor ve biçe, ji ber ku PDKê ji bo başkirina Kurdistanê û avedanê wê hewl da.
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê yê PDKê di berdewamiya axavtina xwe de ev tişt gotin: “Ev ne amarên dawiyê ne û hêj %20ê dengan li her 4 parêzgehan maye. Ne diyar e, ku deng bi kîjan aliyê ve diçin û bêguman encam diguherin. Li gorî pêşbiniya me, PDK 41-44 kursiyan mîsoger dike.”
Waar.tv
