PDK: Eger Berhem Salih xwe venekêşe şansê wezîrê derve yê Iraqê jî dê ji dest bide!
Çavkaniyek ji nav PDKê ji BasNewsê re ragehand, PDK bi ti awayekî xwe paşde nakêşe û namzedê xwe yê serokkomarê Iraqê dê venekêşe. Herwaha aliyên Iraqî jî piştevaniyê li namzedê PDKê yê serokkomariya Iraqê dikin.
Heman çavkaniyê ji BasNewsê re aşkera kir, hîn derfetek li pêş Berhem Salih maye bo erkekî li Bexdayê bidest bixe û got: ‘’Eger Berhem Salih xwe ji namzedbûnê bikêşe, wê demê şansê wî heye bibe wezîrê derve yê Iraqê.’’
Heman çavkaniya PDKê Berhem Salih hişyar kir ku eger xwe nekêşe, wê demê ‘’Şansê wî yê wezîrê derve yê Iraqê dê ji dest wî biçe û PDK dê wî veto bike.’’ Û got: ‘’Ji bo PDKê ne pirsgirêke ku kesên ji YNKê erkên bilind li Bexdayê werbigrin, lê eger Berhem Salih xwe ji namzediyê nekêşe wê demê dê şansê wî yê heyî jî ji dest biçe.’’
Basnews
