Prosesa hilbijartinê bi başî birêve diçe
Di presskonferansa han de Berpirsa tîmên ser bi NY Alic Valpaul ragihand ku prosesa dengdanê gelek bi başî birêve diçe û heta niha ti kêşe û arîşeyeke wisa nehatiye dîtin.
Valpaul herwiha eşkere kir ku endamên tîmên ser bi NY serdana piraniya navendên dengdanê li Hewlêr û çend navçeyên din kirine û li gor raportên wan heta niha ti arîşeyek li berdem prosesa dengdanê çê nebûye û proses bi başî birêve diçe.
