• Monday, 16 February 2026
logo

Serok BarzanSerok Barzanî û Jan Kubis civiyanî û Jan Kubis civiyan

Gulan Media October 1, 2018 Nûçe
Serok BarzanSerok Barzanî û Jan Kubis civiyanî û Jan Kubis civiyan
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY li Îraqê kir.

Di civînê de Jan Kubis kêfxweşiya xwe ya li hember birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê diyar kir û pîrozbayî li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir û prosesa dengdanê jî bi porseseke serkeftî bilêv kir.

Kubis di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku rêjeya beşdariya xelkê Kurdistanê di hilbijartinê de wekî nîşaneya pêgihiştiya siyasiya xelkê Kurdistanê ye û got: Birêveçûna prosesa hilbijartinên bi awayekî serkeftî nîşaneyeke girînge bo parastina bingehên demokrasiyê li Kurdistanê de.

Di beşeke din ya civîna han de Serok Barzanî û Kubis behsa pêşhatên dawî yên porsesa siyasî Îraqê û rola Kurdistanê di ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de kirin.

Top