• Monday, 16 February 2026
logo

Hêvî Heyaf xwe ji Tevgera Gorran vekişand

Gulan Media September 30, 2018 Nûçe
Hêvî Heyaf xwe ji Tevgera Gorran vekişand
Endama Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ya Tevgera Goran Hêvî Heyaf xwe ji Tevgera Gorran vekşan û got ku, ti pêwendiya wê bi wê tevgerê re nema ye.

Endama Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ya Tevgera Goran Hêvî Heyaf li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir tê dest ji karê xwe di nav tevgera Gorran de rageand.

Hêvî Heyaf ragehand: "Ez Hêvî Heyaf Bekir im, berpirsa berê ya Tevgera Goran û endama Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ya Tevgera Goran, ji vê kêlîkê ve, ti pêwendiya min bi Tevgera Goran re nema ye."

Herwiha wê berpirsa Gorran nivîsiye: "Ez ne amade me bibim sûtemenî di nav wan baskên ku di nav Goran de çêbûne, berî niha jî min Kordînatorê Giştî û gellek berpirs haydar kir, ku ha ji vê rewşê hebin û min kar ji bo biserxistina Tevgera Goran kir, lê piştî mirina rewanşad Newşîrwan Mistefa, Tevgera Goran ji rêbaza wê hat dûrxistin û ti dijatiyek nema û li beramberî min nehat kirin."

Hêvî Heyaf behsa wê yekê jî kiriye, ku ewê di rojên dahatî de, daxuyaniyeke din belav bike.

Basnews
Top