Rojnamevaneka Başûrî bû endama encumena jinan ya IFJ
Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê ragehand, rojnamevana kurd dr. Nezaket Husên bû endama encumena jinan ya federasyona navdewletî ya rojnamevanan (IFJ).
Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê ragehandiye, di kongireya federasyona navdewletî ya rojnamevanan (IFJ) de, ku duhî li Mesqeta paytexta Omanê hat lidarxistin, seroka komîteya berevanîkirin li azadiya rojnamevanan dr. Nezaket Husên bi piraniya dengan bû endama buroya cîbicîkar ya encumena jinan ya IFJ.
Li gorî agahiyên sendîkayê, dr. Nezaket di nav 150 kandîdan de hat hilbijartin. Hejmara endamên encumena jinan ya IFJ 12 kes in û bo her deverekî 2 nûner hene. Dr. Nezaket jî wek nûnera encumenê li Rojhilata Navîn û welatên erebî dê kar bike.
Dr. Nezaket Husên xelka bajarê Helebcê ye. Beşa medyayê xwandiye û ji bilî rojnamevaniyê mamostaya zankoyê ye jî.
Basnews
