• Monday, 16 February 2026
logo

Dawî bi prosesa dengdana taybet hat

Gulan Media September 29, 2018 Nûçe
Dawî bi prosesa dengdana taybet hat
Duh li Kurdistanê di seat 8ê sibê de prosesa dengdana taybet ya hêzên ewlekarî û leşkerî destpê kir û di seat 6ê êwarê de bi dawî bû.

Komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyên Kurdistanê diyar kir ku seat 6 bi fermî dawî bi prosesa dengdanê hatiye û sendoq hatine daxistin.

Komîsyon herwiha eşkere kir ku bi giştî 170 hezar û 469 kes mafê dengdanê hebûye û rêjeya beşdarî kirinê di dengdana taybet de li Hewlêrê sedî 77, li Silêmanî sedî 80 li Dihuk sedî 80 û li Helebceyê jî sedî 88 bûye.

Top