Rojnameyeke erebî: Fuad Hisên dibe Serokkomarê Iraqê
Rojnameyê di rapora xwe de, sê sedem namzedên diyar kirin ku, namzedê PDKê şans heye wê postê werbigre.
Li gor rojnameyê, sedma yekem ewe ku, hevpeymaniya Bina ya Nûrî Malikî û Hadî amirî ji namzedê PDKê razîne.Sedema duyem jî heta niha aliyên Kurdistanî negiheştine rêkeftinekê bo yekrêziya nav mala kurdî ev yeke jî şansê namzedê PDKê zêde dike, sedema Sêyem jî aliyên Sunne dixwazin namzedê PDKê be ji ber berî niha ew post ji namzedê YNKê re bû .
Serokê hevpeymaniya dewleta yasa Nûrî Malikî, îro 26.09.2018ê bi daxuyaniyeke ku ji K24ê re ragehand, li gor wan a baş ew e kurd li ser yek namzedî rêkbikevin û kurd berdewam li Bexdayê yek helwêst bûye.
Herwaha got, Serok Barzanî ku piştevaniya Dr. Fuad Husên dike dê serkeftî be û got: ‘’Ez hêviya serkeftinê bo Dr. Fuad Husên û PDKê dixwazim û em dixwazin nûnerê herêma Kurdistanê li Bexdayê bihêz be.’’
Basnews
