• Monday, 16 February 2026
logo

Trump: Em li gel Kurdan in û alîkariya wan dikin

Gulan Media September 27, 2018 Nûçe
Trump: Em li gel Kurdan in û alîkariya wan dikin
Serokê Amerîka Donald Trump, pesnê rol û qurbaniyên gelê Kurd, di cenga dijî terorê de da û got: Divê em alîkariya wan bikin, ewana miletekî mezin in.

Berpirsê nivîsgeha Kurdistan24ê li Washingtonê Rehîm Reşîdî, ku Serokê Amerîka bi navê "Mister Kurd" bang wî dike, di kongirekî rojnamevanî de, ji Donald Trump pirsî, gelo pêwendiya Amerîka û Kurdan piştî cenga DAIŞê wê çawa be?

Di bersiva xwe de, Trump got: Em bizavan dikin li gel Kurdan bi hev re bin û niha jî her em bi hev re ne û em dixwazin gellekî jî alîkariya wan bikin.

Serokê Amerîka got jî: Jibîr mekin, ku Kurd li ser axa xwe ne, divê em alîkariya wan bikin, ez dixwazim alîkariya wan bikim. Wan li gel me şer kir û li gel me mirin. Bi deh hezaran Kurd di cenga dijî DAIŞê de, bûne qurbanî. Ewana ji bo me û li gel me mirin û piştre ji bo xwe mirin.

Herwiha Trump got: Kurd miletekî mezin in û me ew jibîr nekirine û em wan jibîr nakin. Ez wan jibîr nakim ji ber ku ewana miletekî mezin in.

K24
Top