Teqîna Hewlêrê ne terorîstiye
Di vê derbarê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Birêveberê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet di presskonferanseke hevbeş de ragihandin ku ev teqîna han ne teqîneke terorîstiye belku jiber bihev ketina du tirimbêlan pêk hatiye.
Newzad Hadî diyar kir ku du tirimbîl li ser rêya navbera Hewlêr û Koyeyê li hember Macidî Mol bihev ketine û jiber ku di nava yek ji wan tirimbîlan de sûtemenî hebûye, teqîneke mezin pêk hatiye û di encam de sê welatî birîndar bûne.
Herwiha birêveberê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet jî diyar kir ku teqîn ne terorîstiye û welatiyên Kurdistanê bi taybetî şêniyên Hewlêrê pişt rast dikin ku rewşa ewlekarî ya Hewlêr û Kurdistanê arame.
