• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Rojên giran êdî em derbas dikin!

Gulan Media September 26, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Rojên giran êdî em derbas dikin!
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, ku gel û hikûmeta herêma Kurdistanê rojên giran êdî derbas dikin.

Îro 26.09.2018ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê şîrketa Hêmin grub Xalîd Xoşnaw kevirê bingehîn ê şeqama 150 metreyî li Hewlêrê danîn.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya li merasîmê de ragehand, projeya 150 metreyî ya Hewlêrê, ‘’Pir giringe. Ne tenê ji bo Hewlêrê, ji bo hemû wan tevger û hatûçûnên di Hewlêrê re derbas dibin re giring e.’’

Nêçîrvan Barzanî amaje bi giringiya stratejik bûna Hewlêrê kir û got: ‘’Hewlêr li ser rêya bazirganiyê ye û rêya bazirganiya hatûçûna di navbera welatên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê ye.’’

Herwaha Barzanî behsa projeya nû ya Hêmin Grub kir, ku li gel çêkirina şeqama 150 metreyî ya Hewlêrê, şeqamekî du şerîdî li Hewlêrê ve bo gundê Gopal dê çêbikin, ku dê bibe rêya serekî ya di navbera Hewlêr û Duhokê.

Nêçîrvan Barzanî di beşek din ê gotara xwe de spasiya xwe û bi navê hikûmetê jî spasiya Xalid Xoşnaw kir, ku hemû wan projeyên şeqama 120 metreyî, 150 metreyî û şeqama Hewlêr – gundê Gopalê bi deyn ango qer çêdike.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi hewldanên nehezên Kurdistanê kir ku bo rêgirtina li pêşketina Kurdistanê, ‘’birîna budce û şerê DAIŞê û terorê di berxwe de çênebûn. Dijatî kirineke bi bername û hatî plan kirin ve ew hemû pêkhatin.’’

Nêçîrvan Barzanî got, bi zîrekiya Pêşmerge û berxwedana gelê Kurdistanê ve, Kurdistanê xwe li hember hemû fişaran girt. Ti hikûmeteke cîhanê 5 salan li hember vê yekê nikare berxwe bide.

Barzanî got: ‘’Vaye rojên giran êdî derbas dibin’’ û piştî başbûna rewşa aboriya Kurdistanê jî hikûmetê dest bi xizmetê, ava kirine û pêşxistina Kurdistanê kir.

Basnews
Top