• Monday, 16 February 2026
logo

Berdereş.. Nêçîrvan Barzanî kevrê bingehîn ê çêkirina rêyeke giring dana

Gulan Media September 26, 2018 Nûçe
Berdereş.. Nêçîrvan Barzanî kevrê bingehîn ê çêkirina rêyeke giring dana
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîmekê de ji bo danîna kevrê bingehîn ê çêkirina rêyeke giring û stratejîk Rovya – Gopal li navçeya Berdereş, gotarek pêşkêş kir û got: Tevî ku rewşa abûrî xirab e, bi sedema birrîna bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û ew qunaxa tevlihev ku ji encama şerê DAIŞê bi ser Kurdistanê de hat, lê em berdewam in li ser şikandina ew dorpêç û kirîzên rastî Kurdistanê hatine û pilana me heye da em xizmeta hemû navçe û gundên Kurdistan bikin.



Nêçîrvan Barzanî got jî: Em naxwazin pirojeyên Hikûmetê bixin nav bangeşeya hilbijartinan de û Hikûmet a hemû welatî û pêkhateyan e û pirojeyên wê ne ji encama karê takekesî ye, hemû pêkve kar dikin û ev berhema karê hemûyan e.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: Eger bi sedema rewşa tevlihev me nikarîbû wek pêwîst xizmeta vê navçeyê kiriba, em daxwaza lêbûrîne dikin û wekî me pester jî got: Em berî niha di nav tunêleke tarî de bûn û niha ronahî diyar dibe, ew jî bi himmet û piştevaniya xelk û fermanberên Herêma Kurdistanê ye, ji bilî sipasiya min ji wan re, hêvîdar im em karibin di pêşerojeke nêzîk de, xizmeteke berbiçav ji wan re bikin.

Waar.tv
Top