• Monday, 16 February 2026
logo

Macron bo Rûdawê: Divê pêgeha Kurd li Sûriyê were dîtin

Gulan Media September 26, 2018 Nûçe
Macron bo Rûdawê: Divê pêgeha Kurd li Sûriyê were dîtin
Serokê Fransa Emmanuel Macron di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand, Kurd di şerê li dijî DAIŞê de roleke bi bandor hebû, û divê pêgeha Kurd li Sûriyê were dîtin, lê belê ev mijar girêdayî nîgeraniyên Tirkiyê ye jî.



Di konfranseke rojnamevaniyê de li New Yorkê, Serokê Fransa Emmanuel Macron bersiva pirseke Rûdawê ya derbarê pêgeha Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê da û ragihand: “Ez çareseriyeke destûrî û siyasî qebûl dikim ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê bike.”



Macron herwiha got: “Divê pêgeha Kurdan bihê xuyakirin û girîng bihê zanîn ji ber ku beşeke ji rastiyê.”



Macron behsa nîgeraniyên Tirkiyê jî kir û got: Divê rêz li asayişa Tirkiyê bihê girtin û ev bi zelalî yek ji karên zehmet e dema ku em behsa Kurdan li bakurê Sûriyê dikin. Ez di wê baweriyê de me ku dibe ev bi temamî bihê cîbicîhkirin, lê proseyeke wiha divê ligel Tirkiyê şefaf be, ji ber ku Tirkiye bi zelalî beşek e ji proseya Astana û gelek tevlî rewş li bakurê wî welatî bûye. Ez dixwazin bînim bîra we ku Tirkiye endamekî NATOyê ye.



Naveroka pirsa Rûdawê û bersiva Emmanuel Macron:



Rûdaw: Ez dixwazim li ser Kurd pirs li we bikim, piştî şerê DAIŞê li Iraqê û nêzîkbûna şikesta wan li DAIŞê, hestek çêbûye li cem Kurd ku hatine jibîrkirin. Bi taybet ji aliyê hêzên rojavayî ve. Li Iraqê, Kurd di jêr fişaran de ye. Li Sûriyê heta nahêlin beşdar bin di vê proseya siyasî de ku Netewên Yekgirtî û Staffan de Mistura birêve dibe. Bi berçavgirtina dîroka dûr û dirêj a piştgiriya we bo Kurd, gelo Fransa dê di vê derbarê de çi bike?



Emmanuel Macron: "Binere, yekem tu rast dibêje, divê beşdarî û rola Kurdan di şerê DAIŞê de bê zanîn, ev rastiyeke. Duyem ez çareseriyeke destûrî û siyasî qebûl dikim ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê bike. Careke din derfet ji min re çêbû ku ligel opozisyonê bi hûrî li ser vê mijarê rawestim. Di vê çarçoveyê de divê pêgeha Kurdan bê xuyakirin û girîng bê zanîn ji ber ku beşeke ji rastiyê, lewra ez qebûl dikim. Berî çend mehan çareseriyek ji aliyê Serokê Rûsyayê ve hat pêşniyarkirin, corek ji çarçoveyeke destûra nû û corek ji federalî û konfederaliyê, bo îtîfarkirin an jî giringî dan bi olên cuda, netewe û gelek babetên din yên hestyar bûn. Sêyem di proseyeke wiha de divê rêz li asayîşa Tirkiyê bê girtin û ev bi zelalî yek ji karên zehmet e dema ku em behsa Kurdan li bakurê Sûriyê dikin. Ez di wê baweriyê de me ku dibe ev bi temamî bê cîbicîhkirin lê proseyeke wiha divê ligel Tirkiyê şefaf e, ji ber Tirkiye beşeke ji proseya Astana û rewş li bakurê wî welatî gelekî tevlîhev e. Ez dixwazin bînim bîra we ku Tirkiye endamekî NATOyê ye, lewra ev sê bersiv bo pirsa te hene."

Rudaw
Top