• Monday, 16 February 2026
logo

Tifaqa sunniyên Iraqê di mijara serokomariya Iraqê de pişta PDKê digirin

Gulan Media September 25, 2018 Nûçe
Tifaqa sunniyên Iraqê di mijara serokomariya Iraqê de pişta PDKê digirin
Tifaqa sunniyên Iraqê ya bi navê “Mîhwera Wetenî”piştevaniya namzedê PDKê bo serokomariya Iraqê dikin.

Berdevkê Mîhwera Wetenî, Leys Dilêmî îro di daxuyaniyekê de ragihandiye, posta serokomariya Iraqê pişka kurdan e û dê di hilbijartinên serokomar de dengê xwe bidin namzedekî ku kesekî lîberal be û kurd hemû jê razî bin.

Leys Dilêmî her wiha gotiye, ji ber wê jî ewê dengê xwe bidin namzedê PDKê Fuad Husên, çimkî di navbera wan û PDKê rêkeftin û lihevkirin heye û namzedê wê jî kesekî lîberal e.

PDKê li hember namzedê YNKê yê serokomariya Iraqê Berhem Salih, serokê berê yê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên kiriye kandîd.

Basnews
Top