• Monday, 16 February 2026
logo

Li bajarên Almanya dijî Erdogan protesto pêk tên

Gulan Media September 25, 2018 Nûçe
Li bajarên Almanya dijî Erdogan protesto pêk tên
vê 28 îlonê serdana Almanyayê bike
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, berî serdana Almanya bike, li hin bajarên wî welatî hat protesto kirin.

Li gor nûçeyeke voayê li Berlîn ya paytaxta Almanya, di xwepêşandekê de, ku bi sedan kes beşdar bûbûn, pankartên ku li ser ‘’Em te naxwazin Erdogan’’ û ‘’Erdogan dikuje, Merkel diavêje girtîgehê’’ hatin vekirin.

Li Hannover û Dusseldorfê jî dijî Erdogan protesto pêk hatin.

Di protestoyên dijî Erdogan de, komeleyên Kurdan jî pêşengîyê dikin.

Erdogan, dê di 28-29’ê Îlonê de li Almanya hevdîtinan pêk bîne. Li ber e ku di wan rojan de protestoyên mezin li dar kevin.

Çaverê ye ku bi deh hezaran kes li Berlîn û Kolnê beşdarî protestoyên dijî Erdogan bibin.

Top