• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Serokê     herêmê     li gel balyozê Brîtanyayê civiya

 

Di civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Brîtanya, Kurdistan û Îraqê de hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson û şanda li gel civiya.

Di civînê de her du aliyan giftûgo li ser têkiliyên Brîtanyayê yên li gel herêma Kurdistan û Îraqê de kir û her du alî balkêşandine ser rewşa giştî ya Îraq û deverê, şerê dijî terorîstên DIŞIê, rewşa deverên dikevin çarçoveya madeya 140 ya destûra Îraqê û bandora guherîna seqayê li ser Îraq û herêma Kurdistanê.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser girîngiya hebûna coş û xiroşek bo jihev fêmkirineke giştî bo derbas kirina Îraqê ji qirîzên heyî kir.

Di dawiya civînê de jî behsa rewşa Şingalê hate kirin û Serokê herêmê û balyozê Brîtanyayê dilgiraniya xwe ya li hember rewşa Şingalê diyar kirin.

Top