Rojnameyek erebî: Gorran û Yekgirtû piştevaniya namzedê PDKê dikin!
Îro 24.09.2018ê çavkaniyek li parlamentoya Iraqê ji rojnameya Erebî Cedîd re ragehand, fişareke mezin li ser parlamentoyê hatiye çêkirin ku helbijartina serokkomarê Iraqê bê paşxistin.
Heman çavkaniyê ragehand, ku aliyên şîe (Eniya Hadî Amrî – Nûrî Malikî û Eniya Muqteda Sedr) naxwazin daxwaza PDKê ya paşxistina helbijartina serokkomarê nû yê Iraqê red bikin.
Duh 23.09.2018ê PDKê bi fermî Fuad Husên wek namzedê xwe yê serokkomarê Iraqê ragehand.
Heman çavkanî dibêje, hejmarek alî, ku ji wan jî Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Gorran piştevaniyê li Fuad Husên dikin ku bibe serokkomarê Iraqê.
Roja 19.09.2018ê Berhem Salih piştî cuda bûna li YNKê partiya bi navê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî ava kir û piştî 5 mehan jî partiya xwe hela û vegeriya nav YNKê û di heman rojê de jî bû namzedê serokkomariya Iraqê.
PDKê bi fermî red kir ku namzedê YNKê qebûl bike. Berhem Salih piştî cuda bûna ji YNKê û bo kom kirina deng bo lîsteya xwe ya helbijartina parlamentoya Iraqê ragehandibû, careke din venagêre nav YNKê, ji ber ‘’Nabe mirov bêrêzî li dengê gel bike û siyaset li ser fêl nayê kirin.’’
Basnews
