RAPIRSÎ - Dengên berbijêrê opozîsyonê ji yên Erdogan zêdetir in
Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînan a Yoneylemê di hilbijartina Serokkomariyê de rêjeya dengên Erdogan %34 e û rêjeya dengên berbijêrê opozîsyonê %51.8 e, bi vê yekê jî dengên berbijêrê opozisyonê yên Erdogan derbas kirine.
Kompanya Yoneylemê, beşek ji encamên rapirsiya xwe ya ku di navbera 12 û 15ê Gulana 2022ê de hatiye kirin belav kir. Rapirsî li 27 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel 2400 kesan hatiye kirin.
Di rapirsiyê de li ser pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartinên Serokkomariyê bên kirin hun dê dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan an berbijerê opozîsyonê?”, ji sedî 51.8ê beşdaran gotine berbijêrê opozîsyonê û ji sedî 34 jî gotine Erdogan. Herwiha ji sedî 6.8ê beşdaran bêbiryar mane û ji sedî 7.4 jî gotine “em deng bikarnaynin.”
Li Tirkiye di hilbijartina Serokkomariyê de tê çaverêkirin ku Recep Tayyip Erdogan berbijêr be lê heta niha Hevpeymaniya Millet berbijêrek diyar nekiriye.
Rudaw
