Li Bexdayê Barzanî û Hekîm civiyan
Barzanî û Hekîm pirosesa siyasî li Îraqê nirxand û hêvî xwestin ku qonaxa bê qonaxa aramî, asayîş û pêşkeftina welat di hemû waran de be û li Îraqê piroseseke saxlem û serkeftî birêve biçe, pirsgirêkên Îraqê yên di warê vegerandina aramiyê û pêşkeşkirina xizmetgozariyan û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûra Îraqê de be.
Her du aliyan tekîd li ser pirensîpên hevsengî, sazan (komramîs) û hevbeşiya rasteqîne di pirosesa siyasiya Îraqê de kir û hevkarî û hevahengiya navbera hemû pêkhateyên Îraqê bi pêwîstî zanî bi awayekî ku hemû pêkhateyan rol di pirosesa siyasî û birêvebirina Îraqê de hebe.
Waar.tv
