• Monday, 16 February 2026
logo

PDKê bersiva YNKê da: Em ji îsrara we bo wergirtina serokomariyê fam nakin!

Gulan Media September 23, 2018 Nûçe
PDKê bersiva YNKê da: Em ji îsrara we bo wergirtina serokomariyê fam nakin!
Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) bersiva Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da û ragihand, ew amade ne bi YNKê re li ser destnîşankirina kandîdekî bo serokomariya Iraqê rûnên.

Piştî ku YNKê PDK bi wê yekê tohmetbar kir ku amade nebûye bi wê re li ser destnîşankirina kandîdê serokomariya Iraqê hevdîtin bike û bi tena serê xwe çûye Bexdayê, polîtburoya PDKê bi daxuyaniyekê bersiva YNKê da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PDK her dem hewla yekrêziyê daye û xema wê yekê jî xwariye. PDKê her wiha ragihandiye, wan ji YNKê re gotine ku posta serokomariya Iraqê pişka kurdan e û li ser navê ti partiyekê jî nehatiye tapokirin, ji ber wê jî ew îsrara YNKê li ser wergirtina serokomariya Iraqê nayê famkirin. Ji ber ku şertên rêkeftina sala 2005 ya PDK û YNKê nemane, ji ber ku ne Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ne ne jî Celal Talebanî serokomarê Iraqê ye.

Di daxuyaniya PDKê de behsa rêkeftina sala 2007 ya PDK û YNKê jî, ku jê re dibêjin “rêkeftina stratejîk”, jî hatiye kirin û hatiye gotin, ji bilî rêkeftina 2005, rêkeftina 2007 ya stratejîk jî ji aliyê YNKê ve hatiye piştguhxistin. Ji ber wê jî îsrara YNKê li ser wergirtina serokomariya Iraqê nayê famkirin. Eger li gorî pîvanên hilbijartinên be jî wê çaxê dibe para PDKê çimkî PDKê ji hemû partiyan zêdetir deng aniye.

PDKê daye xuyakirin ku ew li bendê bûn YNK li ser destnîşankirina kandîdê serokomariya Iraqê bi wan re bişêwire lê YNKê bi serê xwe û bêyî ku bi PDK û partiyên din re bişêwire, Berhem Salih kirin namzedê serokomariya Iraqê.

PDKê di dawiya daxuyaniyê de bang li YNKê kiriye û ragihandiye, ew amade ne bi YNKê re li ser civîn û gotûbêjên destnîşankirina kandîdê serokomariya Iraqê rûnên û “em hêvîdar in daxuyaniya ku li ser navê YNKê hatiye belavkirin, nêrîna tevahiya YNKê nebe.”



Basnews
Top