• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Muqteda Sedr civiyan!

Gulan Media September 23, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Muqteda Sedr civiyan!
Ofîsa ragehandina rêberê Tevgera Sedr daxuyaniyek derbarê serdana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ya li gel Muqteda Sedr belav kir.

Îro 23.09.2018ê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana bajarê başûrê Iraqê Necefê kir û li gel rêberê Tevgera Sedr û serokê hevpeymaniya Saîrun Muqteda Sedr civiya.

Daxuyaniyê de hat gotin, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Muqteda Sedr gotûbêja hewldan û pêwîstiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirine.

Herwaha Muqteda Sedr di civînê de gotiye ku, divê hikûmeta nû ya Iraqê hikûmeteke niştimanî ve û ti cudayiyê di navbera pêkhateyên Iraqê de neke.

Duh 22.09.2018ê êvari serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî geheşt paytexta Iraqê Bexdayê.

Barzanî di çarçoveya serdana xwe de li gel, serokwezîrê naha yê demkî Heyder Ebadî, serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî, serokê lîsteya Hîkme Emar Hekîm, şêwirmendê asayîşa niştimaniya Iraqê yê berê Falih Feyaz, serokê Hevpeymaniya El Weteniye Eyad Ellawî û serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amerî civiya.

Basnews
Top