Barzanî û Elawî pirosesa siyasî li Îraqê dinirxînin
Di civînê de her du aliyan pêşhatên dawiyê yên pirosesa siyasî li Îraqê gotûbêj kir û tekîd li ser giringîya pirosesa siyasiya saxlem li welêt kir ku bikaribe bi awayekî serkeftî digel qonaxa bê li Îraqê bigunce û bi ser hemû arîşe û dijwariyande serbikeve.
Her du alî hevhizir bûn ku li gor pirensîpên sazan, hevbeşî û hevsengî ji bona berjewendiyên Îraqê û hemû pêkhateyan, aliyên siyasî hevkar û hevaheng bin ji bona serokatiya komar û hikûmeta bê ya Îraqê li ser bingeha parastin û liberçavgirtina maf û berjewendiyên timama pêkhateyên Îraqê destnîşan bikin.
