Temellî: Tirkîye şaşitiya li Efrînê li Îdlibê dubare dike
Tirkiye amadekarî dike ku pirtir leşker bişîne Îdlîbê. Kesên nêzîkî hikûmetê vê yekê wek serfirazîya kombûna Soçî şîrove dikin, lê grubên opozîsyona Tirkiyê vê biryarê rexne dikin û dibêjin Tirkiyê wê têkeve nav qonaxeke dijwar û nav provakasyonan.
Li gor nûçeyeke voayê li ser gengeşiyên leşker şandina Îdlîbê, Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezayî Temellî diyar kir ku Tirkiye derbarê Efrînê de şaştiyeke mezin kiriye û biryareke şaş daye û niha jî dixwaze heman şaştî li Idlibê dubare bike.
